Here naverokê

Parîs

Guhartoya 18:23, 25 hezîran 2022 ya ji aliyê Penaber49 (gotûbêj | beşdarî) ve
Ji bo maneyên din li Parîs (cudakirin) binêre.
Parîs
Paris (fransî)
Parîs
Mertal Al
(Mertal) (Ala)
Parîs li ser nexşeya Fransa nîşan dide
Parîs
Parîs
Parîs (Fransa)
Kargêrî
Welat  Fransa
Dûgel Fransa
Herêm Île-de-France
Département Paris
Arrondissement Paris
Şaredar Anne Hidalgo
Demografî
Gelhe 12.405.426 (2013)
Berbelavî 21.196 kes/km²
Erdnîgarî
Rûerd 105.4 km²
Bilindayî 131
Koordînat 48°51′24″Bk 2°21′7″Rh / 48.85667°Bk 2.35194°Rh / 48.85667; 2.35194
Dem (UTC) UTC+1
Agahiyên din
Koda postayê 75001 – 75020 û 75116
Malper http://www.paris.fr/

Parîs, paytexta Fransayê ye û di heman demê de paytexta herêma Île-de-France ye. Li gorî hijmartina sala 2009an 12.161.542 milyon kes lê dijîn.[1]

Parîs di Yekîtiya Ewropayê de bajarê herî zêde ye ku kes lê dijîn. Di hem Ewropayê de jî piştî Moskowayê (bi Londonê re) bajarê dûyemîn e û di cîhanê de di nav 20 metropolên herî mezintirîn de ye. Parîs di cîhanê de bi navê Bajarê Ronahiyê (la Ville Lumière) tê naskirin[2], navendeke herî mezin a tûrîstan e. Ji sedsala 17an vir ve bajar yek ji navendên sereke yên aborî, dîplomasî, bazirganî, moda, gastronomî, zanist û hunerê ye û carinan wekî paytexta cîhanê tê binav kirin.

Dîrok

Niştecihên bajêr

Parîsî, bin-eşîrek ji Senonên Keltî ye di dora nîvê sedsala 3yê berî zayînê li herêma Parîsê jiyan kirine.[3] Yek ji rêyên bazirganiyê yên bakur-başûr ên herêmê Seine li ser île de la Cité derbas bû; ev cihê kombûna rêyên bazirganiya bejahî û avê gav bi gav bû navendeke girîng a bazirganiyê. Parîsiyan bi gelek bajarên çeman re (hinek bi qasî nîvgirava Îberyayê dûr) bazirganiyê dikirin û ji bo vê mebestê pereyên xwe derdixistin.

Romayiyan di sala 52ê berî zayînê de Hewzeya Parîsê zeft kirin û dest bi rûniştina xwe li aliyê çepê ya Parîsê kirin. Bajarê Romayê bi koka xwe navê wî Lutetia bû (bi tevahî, Lutetia Parisiorum, "Lutetia of the Parisi", bi fransiya nûjen Lutèce). Bajêr bi forum, hemam, perestgeh, şano û amfiyê xwe dibe bajarekî dewlemend.

Di dawiya Împaratoriya Romaya Rojava de, bajarok wekî Parisius, navek latînî ye ku paşê bi fransî bûye Parîs, dihate zanîn.

Sedsala 18an û 19an

Nifûsa Parîsê ji 400.000 kesê di sala 1640an de gihîşt 650.000 kesê. Dema ku taxa çîna karker a Faubourg Saint-Antoine li devera rojhilatê bajêr her ku diçe bi karkerên koçber ên ji herêmên din ên Fransayê ne qelebalix dibû, bûlvara nû ya Champs-Élysées, ji rojava heta Étoile dirêj bû.

Parîs bû navenda vedana çalakiya felsefî û zanistî ku wekî Serdema Ronahî tê zanîn. Diderot û d'Alembert di sala 1751ê de ensîklopediya xwe weşandin û Birayên Montgolfier di 21ê çiriya paşîn a sala 1783an de, ji bexçeyên Chateau de la Muette, yekem firîna mirovî bi balonek hewayê germ da dest pê kirin.

Di havîna sala 1789an de Parîs bû qada navendî ya Şoreşa Fransayê. Di 14ê tîrmehê de, girseyek kerebalix cebilxaneya li Invalidesê desteser kirin. Bi vî desteserkirina cebilxaneyê bi hezaran çek bi dest xistin û avêtin ser Bastille ku sembola desthilatdariya padîşahiyê bû. Yekemîn Komuna Parîsê ya serbixwe yan jî meclîsa bajêr, li Hôtel de Ville civîna xwe pêk anî û di 15ê tîrmehê de astronom Jean Sylvain Bailly wekî şaredar hilbijart.[4]

Cihên tûrîstîk ên li Parîs

Çavkanî

  1. ^ (fransî)Aire urbaine, agahiya serjimara Parîsê Girêdana arşîvê 2012-07-07 li ser Wayback Machine
  2. ^ "English Version of "Presentation of the City"". Ji orîjînalê di 6 adar 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 sibat 2013.
  3. ^ "Les premiers habitants de l'Europe d'après les écrivains de l'antiquité et ... - Henry Arbois de Jubainville, Georges Dottin - Google Books". web.archive.org. 1 kanûna paşîn 2016. Roja gihiştinê 25 hezîran 2022.
  4. ^ Paine, R.T. (1 hezîran 1998). "F-Element ion chelation in highly basic media. 1998 annual progress report". {{cite journal}}: Ji bo journal parametreya |journal= hewce ye (alîkarî)

Girêdanen derve