Here naverokê

Anne-Marie

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Anne-Marie
Anne-Marie 2017
Jiyan
Jidayikbûn1991
Brîtanya
Cureyê muzîkêMuzîka îngilîzî
PîşeHunermend
Malperwww.iamannemarie.com
biguhêreBelge

Anne-Marie Rose Nicholson (jdb. 7ê nîsana 1991, Essex, Brîtanya), sitranbêj û sitrannivîseke navdar a brîtanî ye. Anna-Marie li ser lîsteya sitranan Keyaniya Yekbûyî ya Chart Singles UK de bi sitranên xwe yê "Rockabye" derketiye rêza yekem û di heman demê de sitranên wê yên bi navê "Alarm", "Ciao Adios", "Friends", "2002", "Oynatma" ve "Kiss My (Uh-Oh)" di heman lîsteyê de cih girtine. Albuma wê ya pêşîn a studyoyê, "Speak Your Mind" ku di sala 2018an de hatiye derxistin di rêza sêyem a lîsteya UK Albums Chart a Keyaniya Yekbûyî de cihê xwe girtiye.

Anne-Marie ji bo Xelatên Brit 2019an ji bo çar xelatan bûye berendam ku di nav de berendamiya xelata hûnermenda solo ya jin a brîtanî ya herî baş heye. Heya niha ji bo deh Xelatên Brit û ji bo Xelata Muzîkê ya Billboard û Xelata Grammy jî bûye berendam.

Jînenîgarî

Anne-Marie Rose Nicholson di 7ê avrêla sala 1991an de li East Tilbury, Essex ji dayik bûye. Dayika wê mamosteyek herêmî ye û bavê wê avakar û destekkarek ji Milê Rojhilata Londonê ye. Xwişkek mezin a wê bi navê Samantha heye.

Dema ku Anna-Marie di temenê pênc salî ya xwe de bû çûye dibistana sehneyê. Di zarokatiya xwe de di du lîstikên tiyatroya West Endê de rol wergirtiye. Di şeş saliya xwe de beşdarê berbijarên Les Misérables dibe û di duwanzdeh saliya xwe de bi Jessie J re di Whistle Down the Wind de rol wergirtiye.

Dîskografî

Albûm

Single (Yekane)

Xebatên hevpar

  • 2015 - Rumour Mill (Rudimental feat. Anne-Marie & Will Heard)
  • 2015 - Alright with Me (Wretch 32 feat. Anne-Marie & PRGRSHN)
  • 2016 - Catch 22 (Illy feat. Anne-Marie)
  • 2016 - Rockabye (Clean Bandit feat. Anne-Marie & Sean Paul)
  • 2017 "Remember I told you" Nick Jonas feat. Anne-Marie & Mike Posner
  • 2018 "Friends" Marshmello feat. Anne-Marie

Çavkanî