Parîs
Parîs
| |
---|---|
Paytexta Fransayê | |
Paris | |
Navê(n) din: | |
Dirûşm: | |
Parîs li ser nexşeyê | |
Koordînat: 48°51′24″Bk 2°21′8″Rh / 48.85667°Bk 2.35222°Rh | |
Parzemîn | Ewropa |
Dewlet | Fransa, Keyaniya Fransayê, Francia, German military administration in occupied France during World War II, Fransa, First French Empire, French First Republic |
Li beşa îdarî |
|
Paytexta |
|
Dema avabûnê | Sedsala 3an b.z. |
Îdarî | |
• Şaredar | Anne Hidalgo (Partiya Sosyalîst, 2014–) |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 105.4 km2 (407 sq mi) |
Bilindahî | 48 m (157 ft) |
Nifûs | 2.145.906 (2020) |
Dem | |
Koda telefonê | 1 |
Plakaya erebeyê | 75 |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Parîs, paytext û bajarê herî qerebalixê Fransayê ye û di heman demê de paytexta herêma Île-de-France ye. Parîs yek ji bajarên herî mezin ên parzemîna Ewropayê ye. Li gorî hêjmartina sala 2009an 12.161.542 kes li Parîsê jiyan dikin.[1]
Parîs di Yekîtiya Ewropayê de bajarê herî zêde ye ku kes lê dijîn. Li Ewropayê piştî Moskowayê (bi Londonê re) bajarê dûyem e û di cîhanê de di nav 20 metropolên herî mezin de ye. Parîs di cîhanê de bi navê Bajarê Ronahiyê (la Ville Lumière) tê naskirin[2], navendeke tûrîstan e. Ji sedsala 17an vir ve bajar yek ji navendên sereke yên aborî, dîplomasî, bazirganî, moda, gastronomî, zanist û hunerê ye û carinan wekî paytexta cîhanê tê binavkirin.
Dîrok
Niştecihên bajêr
Parîsî, bin-eşîrek ji senonên keltî ye di dora nîvê sedsala 3em a berî zayînê li herêma Parîsê jiyan kirine.[3] Yek ji rêyên bazirganiyê yên bakur-başûr ên herêmê Seine li ser île de la Cité derbas bû; ev cihê kombûna rêyên bazirganiya bejahî û avê gav bi gav bû navendeke girîng a bazirganiyê. Parîsiyan bi gelek bajarên çeman re (hinek bi qasî nîvgirava Îberyayê dûr) bazirganiyê dikirin û ji bo vê mebestê pereyên xwe derdixistin.
Romayiyan di sala 52ê berî zayînê de Hewzeya Parîsê zeft kirin û dest bi rûniştina xwe li aliyê çepê ya Parîsê kirin. Bajarê Romayê bi koka xwe navê wî Lutetia bû (bi tevahî, Lutetia Parisiorum, "Lutetia of the Parisi", bi fransiya nûjen Lutèce). Bajêr bi forum, hemam, perestgeh, şano û amfiyê xwe dibe bajarekî dewlemend.
Di dawiya Împaratoriya Romaya Rojava de, bajarok wekî Parisius, navek latînî ye ku paşê bi fransî bûye Parîs, dihate zanîn.
Sedsala 18an û 19an
Nifûsa Parîsê ji 400.000 kesê di sala 1640an de gihîşt 650.000 kesê. Dema ku taxa çîna karker a Faubourg Saint-Antoine li devera rojhilatê bajêr her ku diçe bi karkerên koçber ên ji herêmên din ên Fransayê ne qelebalix dibû, bûlvara nû ya Champs-Élysées, ji rojava heta Étoile dirêj bû.
Parîs bû navenda vedana çalakiya felsefî û zanistî ku wekî Serdema Ronahî tê zanîn. Diderot û d'Alembert di sala 1751ê de ensîklopediya xwe weşandin û Birayên Montgolfier di 21ê çiriya paşîn a sala 1783an de, ji bexçeyên Chateau de la Muette, yekem firîna mirovî bi balonek hewayê germ da dest pê kirin.
Di havîna sala 1789an de Parîs bû qada navendî ya Şoreşa Fransayê. Di 14ê tîrmehê de, girseyek qerebalix cebilxaneya li Invalidesê desteser kirin. Bi vî desteserkirina cebilxaneyê bi hezaran çek bi dest xistin û avêtin ser Bastille ku sembola desthilatdariya padîşahiyê bû. Yekemîn Komuna Parîsê ya serbixwe yan jî meclîsa bajêr, li Hôtel de Ville civîna xwe pêk anî û di 15ê tîrmehê de astronom Jean Sylvain Bailly wekî şaredar hilbijart.[4]
Erdnîgarî
Parîs li bakurê navendî ya Fransayê ye ku di nav kelekek bakur-bendî ya çemê Seine de ye ku qeşa wî du giravên Île Saint-Louis û mezintirîn Île de la Cité dihewîne ku beşa herî kevn a bajêr pêk tîne. Devê çemê li ser qenala Îngilîzî (La Manche) ku bi qasî 375 km ji bajêr dûr e. Bajêr di roja îro de li her du peravên çem bi awayekî berfireh belav bûye. Bi tevayî, bajar deşte û xala herî jêrîn 35 mêtre ji asta deryayê bilindtir e. Li Parîsê çend girên navdar hene. Gira herî bilind Gira Montmartre ye ku bi bilindahiya 130 mêtreyê bilind e.[5]
Avhewa
Parîs xwedan avhewayê okyanûsa Ewropaya Rojavayî ya tîpîk e ku ji aliyê Hêza Atlantîka Bakur ve tê bi bandor kirin. Li seranserê salê hewaya giştî nerm e û xwediyê hewakî bi baranî ye. Rojên havînê bi gelemperî germ û xweş in û germahiya navînî di navbera 15 û 25 °C yê de ye. Lêbelê, her sal çend roj hene ku germahî heta 32 °C yê bilind dibe.[6] Demên dirêjtir ên germa dijwar carinan carinan wekê pêla germê ya sala 2003an dema ku germahî bi hefteyan ji 30 °Cyê derbas bibû di hinek rojan de germahî gihîşt 40 °Cyê û hinek caran jî bi şev sar dibe.[7]
Zanyarî
Parîs di warê zanist û teknolojiyê de zanîngehên bi prestîj e (Institut polytechnique de Paris, Université Paris Cité, Université Paris-Saclay, Sorbonne Université), zanistiya siyasî (Sciences Po)[8], rêvebirin (HEC Paris, ESSEC Business School, ESCP Business School, INSEAD)[9] û her weha dîsîplînên cihêreng (PSL Research University).[10]
Cihên turîstîk ên li Parîsê
- Barûya Eyfelê
- Muzeya Louvre
- Muzeya Orsayê
- Katedrala Notre Dame ya Parîsê
- Kela Versayê
- Goristana Père-Lachaise
Çavkanî
- ^ (fransî)Aire urbaine, agahiya serjimara Parîsê Girêdana arşîvê 2012-07-07 li ser Wayback Machine
- ^ "English Version of "Presentation of the City"". Ji orîjînalê di 6 adar 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 sibat 2013.
- ^ "Les premiers habitants de l'Europe d'après les écrivains de l'antiquité et ... - Henry Arbois de Jubainville, Georges Dottin - Google Books". web.archive.org. 1 kanûna paşîn 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 1 kanûna paşîn 2016. Roja gihiştinê 25 hezîran 2022.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ Paine, R.T. (1 hezîran 1998). "F-Element ion chelation in highly basic media. 1998 annual progress report".
{{cite journal}}
: Ji bo journal parametreya|journal=
hewce ye (alîkarî) - ^ "Paris Driections - Ruth Blackmore, James McConnachie - Google Books". web.archive.org. 1 kanûna paşîn 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 1 kanûna paşîn 2016. Roja gihiştinê 25 hezîran 2022.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ Delcayre, Franck; Gondrand, Cecile; Drevard, Luc; Durand, Fabien; Marot, Gerard (2012). "Recent developments on [[Air Liquide]] advanced technologies turbines". AIP Conference Proceedings. AIP. doi:10.1063/1.4706995.
{{cite journal}}
: URL–wikilink conflict (alîkarî) - ^ "Drought and Heat Waves: A Practical Survival Guide - Natalie Goldstein - Google Books". web.archive.org. 1 kanûna paşîn 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 1 kanûna paşîn 2016. Roja gihiştinê 26 hezîran 2022.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ Classement QS 2024 : Sciences Po devient la 2ème meilleure université mondiale en “Politics”
- ^ European Business School Rankings 2023
- ^ 2023 Academic Ranking of World Universities