Here naverokê

Şerê Iraqê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Guhartoya 02:29, 7 tîrmeh 2024 ya ji aliyê Balyozbot (gotûbêj | beşdarî) (Bot: Kategoriyên kêm ji en.wîkiyê lê hatin zêdekirin; paqijiyên kozmetîk (Binê standard kir.)) ve
(cudahî) ← Guhartoya kevintir | Guhartoya niha (cudahî) | Guhartoya nûtir → (cudahî)

Şerê Iraqê şerek bû ko ji 20ê adara 2003an heta 1ê gulana 2003an ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hevalbendên wê ve dijî Iraqê çêbû. Giraniya şer li ser milê şervanên DYA û Brîtanyayê bû, lê hijmareka kêm ji şervanên welatên mîna Polonya, Danîmarka, Spanya û Awistralyayê jî arîkariya wan kir. Piştevan anko hevalbendên DYAyê di nava Îraqê de hêzên pêşmerge yên herdu partiyên siyasî yên serekî yên Başûrê Kurdistanê anko Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê û hinek hêzên erebî bûn. Di encama wî şerî da desthilata Sedam Huseyn li Îraqê bi dawî bû.

Ew şer bi awayekî fermî di roja 1ê gulana sala 2003an bi dawî bû, lê şerê desthilatdariya nû ya Iraqê û dijbêrên wê heta îro jî dewam dike. Lewma jî gelek welatên dî hatin rêza hevalbendên Amerîkayê (mîna Korêya Başûr) û hindek jî ji rêza wan derçûn.