Here naverokê

Elcewaz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Elcewaz (tr. Adilcevaz) yek ji navçeyên Bedlîsê ye. Rûber 812km², bilindahî ji rûyê avê 1.650m ye. Di qeydên dîrokî yên beriya hatina Ereban de navê wê wekî Arcîgeh derbasdibe. Bi hatina artêşên Ereban ve di qeydên Erebî de navê wê wekî Wad-il Cawz (ango herêma bi gûz) an Zal-el Cawz derbasdibe. Bi rastî jî herêm ji aliyê gûzan ve dewlemend e. Piştre navê Kurdî yê Arcîgeh tê jibîrkirin û ji ber ku Osmaniyan jî navê Elcewaz bikaranîne, êdî wisa maye.Aborî pirranî li ser çandiniyê ye.

Arcîgeh 94km ji Bedlîsê dûr dikeve. Gorî hejmartinên sala 2000´î bi giştî hejmara niştecihan 34.171 e. Dîroka herêmê ji ya Kurdistanê ne cudatir e.