Leşciwanî
Leşciwanî (leşxurtkirin, bedenxurtkirin), cureyekî pêşbaziya werzişê ye. Armanca vê werzişê ew e ku meriv bedena xwe xurt û ciwan bike, bejna xwe bi awayekî estetîk bike û pêşan bide. Di qehremaniya leşciwaniyê de pêşbir bi alîkariya masûlkeyên xwe çend poz dide wek rakişandina masûlkeyên duser û sêserên mil (bîzeps û trîzeps) û lemlateyên teniştê û pozdayîna masûlkeyên gişt û hwd.
Leşciwaniya li Kurdistanê
Qehremaniya leşciwaniyê ya pêşîn a Îraqê û Kurdistanê di 18.04.2009-an de bi beşdariya 160 yarîkeran ji 31 yaneyan li Dihokê hate rêxistin. Di vê qehremaniyê de pênc yaneyan ji Kurdistanê beşdarî kiribû: “Sêmêl” ji Dihokê, “Hewlêr” ji Hewlêrê, û sê yane ji Kerkûkê.
Yeketiya Leşciwaniyê ya Kurdistanê heye û serokê wê Borhan Elî Cume ye.
Yarîkerên leşciwaniyê ji yaneya Pîrs a Dihokê (2007)
Pêşbazên leşciwaniyê yên bi nav û deng
Çend pêşbazên bi nav û deng ên ku di asta bilind a leşciwaniyê de beşdariya qehremanî û pêşbaziyên navneteweyî dikirin ew in: