Emar bin Yasir
Emar bin Yasir | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 570 |
Mirin | 22 tîrmeh 657 Sfin - Kisret Mohammed Agha |
Sedema mirinê | Kuştiyên pevçûnê (Death in battle) |
Cihê goristanê | Uwais al-Qarni Mosque |
Hevwelatî | xelîfeyên Raşidûn |
Pîşe | |
Dê û bav |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Emar bin Yasir (erebî: عمار بن ياسر, Amar bin Yasir) yek ji girîngtirîn sahebeyên Muhemmed bû.
Jiyana wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di dema pêxember de ewil Emar û malbata wî bi zilm û zordariya muşrîkan rû bi rû mane. Navê wî Emar, navlêka wî Ebû Yakazan, navê bavê wî Yasîr, navê diya wî jî Sumeye bû. Bavê wî ji Kahtanî bû. Welatê wî yê eslî Yemen bû. Yasîr ji Yemenê hatibû Mekeyê.
Bi xwe re her du kurên xwe Xaris û Malîk anîbû. Li vir bibû hevalbendê kurê Mehzûman. Bi qerwaşa Ebû Huzeyfe re zewicîbû. Emar ji vî zewacê hatibû dinyayê. Ebû Huzeyfe ji Emar pirr hez dikir. Bi hev re weka nevî û kal bûn. Piştê mirina Ebû Huzeyfe li Mekkê dînê Îslamê pirr pêşve çûbû.
Dema Muhemmed di mala Erqam de bû, Suheylê Rumî hatibû cem û bawerî bi Muhemmed anîbû. Emar hevalê Suheyb bû. Ji hev jî pirr hez dikirin. Demekî paşê Suheyb ji Emar re behsa dînê Îslamê dike û bi hev re diçin ba Muhemmed. Ew jî bawerî bi pêxemberiya Muhemmed tîne û dibe misilman. Pişt re Emar ji malbata xwe re jî qala dînê Îslamê dike. Bav û diya wî jî dibin misliman.
Dema Emar Muhemmed dît, li dora wî pênc xulam, du pîrek û Ebû Bekir hebûn. Piştê mislimanbûna Emar hejmara mislimanan zêde bû. Lê xwe nîşan nedidan, ji ber vî sedemê Emar wan baş nas nedikir.
Emar li Mekeyê, mirovekî bêkes bû. Diya wî qerwaş bû. Bavê wî ne ji Mekeyê bû. Ji ber vî yekê, li bajêr ne mal û milkê wî ne jî eşîr û hêza wî hebû. Diya wî qerwaşa kurê Mehzûman bû. Dema efendiyê wan mislimanbûna wan hîn bû, hêrs bû û li wan zilim kir. Bi rastî pirr kes bawerî anîbûn, lê ji ber bergiriyê baweriya xwe nîşan nedidan.
Di dîroka îslamê de şehîda pêşîn diya Emar, Sumeye bû. Mêrê Sumeye Yasîr jî ji aliyê zalimê Mekeyê hatibû kuştin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Îbn Kesir, Tarîq (Dîrok), cild 7