Lale Muldur
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (çiriya paşîn 2024) |
Lale Muldur (1956, Aydın), helbestevan û nivîskareke tirk e.
Hîndekariya xwe ya Lîseyê li Koleja Robertê dike. Bi bûrsa helbeste diçe Floransaya Îtalyayê. Di 1977an de diçe Îngiltere û ji Zanîngeha Manchesterê ji beşa Aborîyê lîsans werdigre. Di sala 1983an de bi wênesazê belçîkî Patrick Jacquart re dizewice û diçe Brukselê. Di 1986an de vedigere Tirkiyeyê.
Neqîneyek ji helbestên wê bi navê "Water Music" li Dûblînê hate weşandin. Helbestên ku li ser wêneyên wênesazê fransî Colette Deblé nivîsandibû ji aliyê Enstîtuya Fransayê li bin navê "Keça Baranê Wiha Dibêje" hat weşandin.
Nuha li Stenbolê dijî.
Berhemên wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Helbest
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Uzak Fırtına (1988)
- Voyıcır II (Bi Ahmet Güntan re, 1990)
- Seriler Kitabı (1991)
- Kuzey Defterleri (1992)
- Buhurumeryem (1993)
- Divanü Lügat-it-Türk (1998)
- Saatler/Geyikler (2001)
- Ultrazon'da Ultrason (2006)
- Güneş Tutulması 1999( 2008 )
- Medine Ve Kavun Likörü (Bi Seyhan Özdamar re, 2009 )
Cerib
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Haller Leyla (2006)
Roman
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Bizansiyya 2007.
Helbestek Ji Lale MULDUR
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]DESTÎNA
Şevîdin dema tu di xew de bûy
min navê te pispisand
û çîrokên hêwilnak
yên ajalan têgihand
Şevîdin dema tu di xew de bûy
min av da kulîlkan
Şevîdin dema tu di xew de bûy
dilê min wek stêrkekê
bi te ve hat grêdan
herê ji ber vê
tenê ji ber vê
navekî nû min da te:
Destîna
bêçare tu wiha
li quncikekê razêy jî nuha
herê ji ber vê
tenê ji ber vê
ji ber ku nêzîkî mirinêyiy
ji jiyanê pirtir,
ji ber ku hewqas
tahlkirine dilê te
ez'ê va
raza jiyana xwe bidim te
Destîna
Lale Muldur
Werger : Dûrzan Cîrano