Parartêş
Xuyakirin
Parartêş, wekî ji navê wê kivşe ye, parek ji artêşan e. Ji artêşê biçûktir e. Ji sê-çar firqeyan, qewtên eskeran pêk tê. Gelek parartêş digihên hev, artêşekê pêk tînin. Ji aliyê marşalan (korgeneral) ve tên birêvebirin.
Ji 40 heya 80 hezar eskeran pêk tê. Sedsala dawî de teknîkên çekan gelek bipêş ketine, di şerên niha de yekîneyên biçûk û operatîv tên bikaranîn. Parartêş kêm tê bikaranîn, bi taybetî di operasyonên leşkerî yên cengên biçûk de. Carnan NATO parartêşan ji welatên endam lidardixe.
Bingeha parartêşan Napoléon Bonaparte avêtiye. Fransayî û almanan ev sazûman dewlemend kirine. Beriya sala 1914 parartêş ji herî zêde du firqeyan pêk dihatin.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |