Panos
Xuyakirin
(Ji Patnos hat beralîkirin)
Navçeya Panosê | |
---|---|
Patnos | |
Koordînat: 39°14′1″Bk 42°51′48″Rh / 39.23361°Bk 42.86333°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Agirî (parêzgeh) |
Serbajar | Patnos |
Hejmara bajarokan | 2 bajarok |
Hejmara gundan | 91 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 1.420 km2 (550 sq mi) |
Bilindahî | 1.635 m (5364 ft) |
Nifûs (2021) | 118.481[1] |
• Berbelavî | 86,1/km2 (223/sq mi) |
• Serbajar (2021) | 61.837 |
Koda postayê | 04500 |
Koda telefonê | (+90) 472 |
biguhêre |
Panos an jî Patnos yek ji navçeyên Agiriyê ye. Di sala 1936an de bûye navçe. Bingeha navçeyê digihe dema ûrartûyan. Ûrartûyan wekî "Aladrî", romayiyan jî "Patûsîs" bi nav kirine. Gelê herêmê bi tevayî ji kurdan pêk tê. Dîroka wê wekî ya Kurdistanê ye. Rûber 1.421 km², bilindahî ji rûyê avê 1.650 m ye.
Navçe li ser xeta erdhejê ye. Di salên 1891, 1903, 1907 û 1919an de erdhejên mezin pêk hatine. Di demên dawî de hemî daristanên herêmê ji aliye dûgela Tirk ve hatine rûxandin. Axa herêmê ji aliyê giya ve xizan e. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye. Deşta Panosê 20 km dirêj e. Çemên Baxdîşan û Avzer, girên wekî Eznewir, Giresor, Ziyaret û Kevirspî balkêş in.
Navdarên bajêr
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |