Plazmaya xwînê
Plazmaya xwînê an jî plazma, şileyek bi rengê zer e.
Xirokên sor, xirokên spî û perikên xwînê di nav vê şileya zerokî de tên veguhaztin. %55ê xwînê ji plazmayê pêk tê. Ji bilî xaneyên xwînê, plazma gelek madeyên din jî lixwe digire. Proteîn, dijeten, asîdên amînî, glukoz, asîdên çewrî, xwê, îyon, hormon, vîtamîn, av û madeyên paşmayî, yên wekî karbona dîoksîd, amonyak û ure, madeyên serekê yên nav plazmayê ne[1].
%90ê plazmayê av e[2]. Ava plazmayê li dîwarê rûviyan ji nav xurekan tê mijandin û tevlê xwînê dibe. Hinek ava plazmayê jî di nav xaneyan de piştê reaksiyonên kîmyayî, wekî madeya paşmayî çêdibe û tevlê xwînê dibe. Ji bilî avê %7ê plazmayê ji proteînan pêk tê[3]. Hinek ji van proteînan her tim di nav plazmayê de digerin û wekî proteînên plazmayê tên navkirin.
Rêjeya pH ya xwînê bi proteînên plazmayê ve tê rêkxistin. Albumîn, globulîn û fîbrînojen proteînên sereke yên plazmayê ne. Di nava plazmayê de proteîna herî zêde albumîn e[4]. Albumîn di kezebê de tê çêkirin. Albumîn pestoya navbera xwînê û şaneyan rêk dixe. Herwisa di nav xwînê de veguhaztina asîdên çewrî, vîtamîna D, hormona tîroksînê jî bi navbeynkariya albumîn pêk tê. Îyonên metalên wekî sodyum, potasyum û kalsiyumê jî di nav xwînê de bi navbeynkariya albumîn tê veguhaztin.
Di nav plazmayê de sê corên proteîna globulîn heye[5]. Globulîna Alfa û ya Beta di kezebê de tê çêkirin. Karê serekê yê van proteînan rêkxistina pestoya osmozî ya xwînê ye. Herwisa globulîna Alfa û Beta jî mîna proteîna albumîn, di nav xwînê de veguhaztina hesin, çewrî (lîpîd) û vîtamînên A, D, E û K pêk tînîn. Navê globulîna sêyem Gama globulîn, an jî îmunoglobulîn e. Ev proteîn di xaneyên lîmfosîta B de wekî dijaten tên çêkirin. Karê sereke ya globulîna gama rêkxistina bergiriya laş e.
Dijaten proteînên taybet in, ji bo bergiriya laş, ne yek lê gelek cor dîjaten hene. Heke laş tûşê hokarên nexweşîyê bibe, rêjeya dijatenan jî zêde dibe.
Ji proteînên plazmayê ya herî hindik proteîna fîbrînojen e. Fîbrînojen beşdariya kirdarî ya xwînmeyînê dike. Ev proteîn bi eslê xwe enzîmek neçalak e, dema xwînmeyîn rû dide, fîbrînojen çalak dibe û wekî fîbrîn bi nav dibe.
Piştê herisînê, xurek ji rûvî derbasî nav xwînê dibe, xurekên herisî di nav plazmayê de bi gera xwînê belavê hemû şane û xaneyên laş dibin[6].
Heke ji nav plazmayê fîbrînojen were dûrxistin, serûm tê bîdestxistin. Ango plazmaya bêfîbrînojen wekî serûm tê navkirin[7].
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8
- ^ Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
- ^ Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4
- ^ OpenStax, Biology. OpenStax. May 20, 2013. [1]
- ^ OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax, 2013, [2]
- ^ BSCS Biology: A Molecular Approach, 9 th Edition New York,: Glencoe/McGraw-Hill Companies, Inc. ISBN 0-07-866427-6
- ^ Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall.ISBN 978-0-13-127384-9